Cardin biryara girtina Firat Anli hat dan

18-07-2017
RÛDAW
Nîşan Firat Anli hevşaredarê Amedê Girtin Dadgeh
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli biryara girtinê hat dayîn.

 

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li dijî berdana Hevşaredarê Amedê Firat Anli û Abdullah Bal de îtiraz kir.

 

Di îtîraza xwe de, Serdozgerê Komarê yê li Amedê diyar kiriye, ku biryara azadkirina Firat Anli Bal li derveyî yasayê bûye.

 

Dadgehê îtîraza serdozger qebûl kir û li ser vê îtîrazê, Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara dubare girtina Anli û Bal da.


Biryara dubare girtina Anli di demekê de ye, ku tenê 4 roj bi ser azadkirina wî re derbas bûye. Anli roja 14ê vê mehê hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst