Galeriya wêneyan

18-05-2018
15 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Roja Pênşemî 17ê Gulanê hejmarek ji welatiyên tirkmen ên Herêma Kurdistanê li pêşberî baregeha Netewên Yekgirtî li Hewlêr a paytext xwepêşandanek nerazîbûnê saz kirin.

Derdora 20 heta 30 welatiyên tirkmen li ber avahiya ofîsa Netewên Yekgirtî ya li Hewlêrê nerazîbûna xwe li hember encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê anîn ziman.

Li Hewlêrê hejmarek welatiyên tirkmen jî dijîn û li parlmanetoya Kurdistanê ji wan re 5 kursiyên kota hatine terxankirin, lê belê li parlamentoya Iraqê ti kursiyên kota ji bo wan nehatiye diyarkirin.

Di hilbijartinên berê yên Iraqê de, hejmarek tirkmen bibûne berbijêr, lê belê ne li ser lîstên tirkmenî, ne li ser lîstên Kurdistanî û ne jî li ser lîstên erebî, ti berbijêrekî/ê trikmen nekarî li Herêma Kurdistanê serkevtinê di hilbijartinan de bi dest bixe.

Bo hilbijartinên vê carê jî, 10 berbijêrên tirkmen rikeberî li ser dengê tirkmenan dikir, ku 5 berbijêr ser bi Eniya Tirkmenî, 4 berbijêr ser bi Hevpeymaniya Nesir û berbijêrek jî li ser lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê bûn, lê ti berbijêrek nekariye serkevtinê bi dest bîne