Galeriya wêneyan

19-03-2018
31 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AFP

 

Piştî ku îro Yekşemî 18ê Adara 2018ê, Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn, dest bi talankirina mal û mulkên xelkê Efrînê kirine.

Serbazên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrriyê, piştî derbasbûna bo nav Efrînê bêrêzî û sivikatî nirx û pîroziyên gelê Kurd kirin. Hêzên êrişkar sivikatî bi Ala Herêma Kurdistanê û alên Rêveberiya Xweser a Efrînê û herwiha bêrêzî bi peykerê Kawayê Hesinkar kirin û piştî ku gulle li peyker reşandin, ew peyker şikandin.

Li gor wêneyên ku Ajansa France Press (AFP) belav kirine, hêzên êrişker herwiha li nav bajarê Efrînê dest avêtine ser mal û mulk û darayiyên xelkê sivîl ê Efrînê û mal û dukanên welatiyan talan dikin.

Di wêneyan de tê xuyakirin, ku hejmarek çekdar deriyên dikanan dişkînin û kelûpelên nav dikanan didizin.

Herwiha hejmarek ji çekdarên din kelpelên di nava hin avahiyan de ku ji ber bombebaranan beşek ji wan hilweşiyane, girtine himbêza xwe û bi talanî ji xwe re dibin.

Çekdarên êrişkar, herwiha traktor, motorsîklêt û herwiha ajelên xelkê Efrînê jî weke talan dibin.