Barzanî ev gotin di civînekê ligel nûnerên koçberên Kurdên Êzdî û Şebek, Mesîhî û Şîeyan re kirin, ku piştî êrişa meha Tebaxa borî ya Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser qezaya Şengal û devera Zumar û Deşta Neynowayê, bi dehan hezaran berê xwe dan Herêma Kurdistanê.
Ev civîn roja 10ê Îlonê li baregeha fermandariya Duhokê hat sazkirin, dûr ji kamêra û medyayê. Endamê Desteya Bilind a Navenda Laliş a Rewşenbîrî, Şêx Elo, ku kesayetiyeke navdar a Kurdên Êzdî ye û di wê civînê de amade bû, derbarê naveroka civînê de ji Rûdawê re got: “Barzanî bi coşdarî qala Kurdên Êzdî kir û got: Ew karesata ku hate serê we, hate serê hemû miletê kurd. Kesên ku li Şengalê bi kom hatin kuştin, yan ji bo cihên din hatin birrin, hemû bira û xwişkên min in.”
Şêx Elo ku yek bû ji kesên ku di wê civînê de axaftibûn, got ku Barzanî di wê civînê de gotibû: “Heta niha di vî şerî de me dora 1200 şehîd dane, eger em 100 hezar şehîdên din jî bidin emê Şengalê rizgar bikin û hunê vegerin ser mal û warên xwe.”
Barzanî soz da nûnerên awareyan ku gava vegerin wê hemû bên qerebûkirin. Elo diyar kir: “Barzanî got em dizanin ji xeynî jidestdana kesûkarên xwe, we mal û warên xwe li dû xwe hiştin û pirraniya wan hatine talankirin, lewra ez soz didim we hûn kengî vegerin, çi tiştê ji we hatibe birin, emê ji we re qerebû bikin.”
Endamê parlementoya Iraqê Muhsin Sadûn jî di wê civînê de amade bû. Sadûn derbarê civînê de wiha got: “Me jê re got mesele ne tenê veger e, mesele ewe çawa ev xelk wê vegerin û bi Erebên wan navçeyan re bijîn. Barzanî got: Ev 150 sal in Kurd û Ereb li wan navçeyan bihevre dijîn, qet me bawer nedikir ew Ereb vê xayîntiyê bikin, lewra Ereb û Kurd û her kesê ku xayîntî kiribe, wê cezayê xwe werbigire; nabe ewên ku xayîntî kirin careke din bi we re bijîn, piştî ku hûn vegerin cih û warên xwe, emê wê kêşeyê bi temamî çareser bikin.”
Muhsin Sadûn herwiha ji ser zarê Barzanî got ku hêzên pêşmerge vê carê ne tenê li Şengal û Zumar, lê li Mûsilê jî nahêlin destdirêjî li ser Kurdan bê kirin.
Amadekar: Nasir Elî – Duhok



