Kerkûk (Rûdaw)- Çekdarên DAÎŞê li parêzgeha Kerkûkê bi hawenan êrîşî hêzên pêşmerge kirin.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku berî bîstekê li gundê Mela Ebdullah li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAÎŞê bi hawenan êrîşî hêzên pêşmerge kirin.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku heta niha nediyare bê ziyanên canî li pey wê êrîşê hene yan ne.
Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, hêzên pêşmerge jî bersiva êrîşê da û navendên DAÎŞê li navçeyê borduman kirin.
Li gor zaniyariyên Rûdawê, çekdarên DAÎŞê dest danîne ser gundê Beşîr li başûrê rojavayê Kerkûkê ku piraniyan nişteciyê wê ji Turkmanên Şîa ne.
Her li gor zaniyariyên Rûdawê, di şerê li navçeyên Mela Ebdullah û Beşîr de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dane û 23 pêşmerge jî birîndar bûne.
Di nav birîndaran de kurê rêveberê polîsê bajar û bajarokên Kerkûkê yê Kurd Sehed Qadir heye.
Piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji tirsa çekdarên DAÎŞê ji navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine vetetandin kişiyan û çekên xwe avêtin, hêzên pêşmerge ji bo dagirtina valahiya ewlekariyê li wan navçeyan li Kerkûk, Mûsil û Diyale bi cih bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse