Li Hewlêrê teqîn: 2 mirî û 8 birîndar

17-04-2015
RÛDAW
Hewlêr teqîn
Hewlêr teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytaxta Herêma Kurdistanê Hewlêrê saet 17:50yê êrişekê bi bombeyan hat kirin.

 

Peyamnerê Rûdawe ragihand ku li pêş kafeterya Nellyê ku nêzîkî avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ye, xwekujekî, bi otombilekê Honday Sonata xwe teqand.

 

Rêvebirê Asayişa Ankawayê Celal Habîb ji Rûdawê re piştrast kir kû teqîn bi otomobilekê bomkerî hat pêkanîn û mirî û birîndar hene.

 

Peyamnerê me da zanin di encama teqînê de 2 sivîlan ku ji Bakurê Kurdistanê ne jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

 

Rayêdarên Konsulxaneya Amêrikayê jî daxuyandin ku ti zerar ne gihîştin karmendên wan.

 

Hat gotîn muşteriyên kafeya Nellyê piranî welatiyên Tirkiyeyê û biyanî ne.

 

Lêkolîn bo girtina tawanbaran berdewam dike.

 

Rêxistina DAIŞê li ser Twitterê ev êriş li xwe girt.

 

 






Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst