Hewlêr (Rûdaw) – Rayedarê berê yê PKKê û birayê Rêberê girtî yê PKKê, Osman Ocalan li dijî avakirina encumen û sîstema kantonê li Başûrê Kurdistan û Şingalê derket û wiha got: “Bila PKK li Bakur û Rojava kantonan ava bike ne li Şingalê!”
Piştî ku eşkere bû encumenek bi navê “Encumena Êzîdiyên Şingalê” ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin, ev yek rastî nerazîbûna gellek aliyan bi taybet Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên êzîdî yên Başûrê Kurdistanê hat.
Rayedarê berê yê PKKê, Osman Ocalan jî li ser avakirina encumen û sîstema kantonê li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî û got, Başûrê Kurdistanê bi sîstema federalî tê birêvebirin û ev sîstem xizmeta gelê kurd dike û azadiya gelê kurd diparêze.
Osman Ocalan ku birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e, diyar kir ku avakirina kantonê li Başûr û Şingalê xizmeta netewî ya kurd nake û wiha got: “Mijara kantonê ji aliyê Qendîlê ve ketiye rojevaê ne ji aliyê Abdullah Ocalan ve. Çimkî Ocalan bi devê xwe tiştekî wisa negotiye.”
Li gorî wî siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê, bila PKK li Bakur û Rojava kantonan ava bike ne li Şingal û Başûrê Kurdistanê.
Osman Ocalan her wiha destnîşan kir ku lê divê taybetmendiyên devera Şingalê ku hemû xelkê wir kurdên êzîdî ne, li ber çav bên girtin çimkî xelkê wir pir zilm dîtine.



