‘Li Mûsilê surprîz dibin’

16-10-2016
RÛDAW
Mihemed Sabîr
Mihemed Sabîr
Nîşan Şerê_Mûsilê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şirovekarê serbazî Mihemed Sabîr di wê baweriyê de ye ku Amerîka ji bo operasyona Mûsilê lezê dike lewma dibe suprîz jî hebin.

 

Şirovekarê serbazî Lîwa Mihemed Sabîr beşdarî bûltena Rûdawê bû û got: “Giringiya Mûsilê ew e ku weke klîda parvekirineke nû yê Peymana Sykes Picot e ji bo Rojhilata Navîn. Jiber vê yekê jî dema Mûsil bê rizgarkirin dê careke din nedin destê aliyekê ku bi keyfa xwe tê de hikûm bike.”

 

Mihemed Sabir pêwîst dibîne ku ligel kurd û ereban, Amerîka, hinek welatên herêmî yên weke Tirkiyê jî, piştî rizgarkirina bajêr di siyaseta rêvebirina Mûsilê de rol bilîzin.

 

Sabîr got ku hêz, manewiyat û çekên berî yên DAIŞê nemane û xelk jî weke berî alîkarî nade wan.

 

Şirovekarê serbazî ragihand: “Bi nêzîna min dê di şerê Mûsilê de surprîz hebin. Dê şerê Mûsilê ji yê Ramadî û cihên din cudatir be. Jiber ku Amerîka dixwaze bi teknolojî û şerekî nû, di demek kurt de û bi lez rizgar bike.”

 

Hêjayê gotinê ye ku duwemîn bajarêmezin ê Iraqê Mûsil, ji 10ê Hezîranê ve di bin destê DAIŞê de ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst