Kobanî (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundên li rojavayê herêma Kobanî ku şer li derdora wan diqewime, vala dike.
Li rojhilatê herêma Kobanî piştî ku gundên Girê Sor, Kendal û Evdukî li gundewarên herêma Girê Spî (Til Ebyed) ketin destê çekdarên DAÎŞê, YPGê gundên wek Dinnay, Kûpirlik, Cirin, Huriyê, Bendirxan, Um el-Hewa û Serzorî li rojavayê Girê Spî ji sivîlan vala dike.
Encûmena cîbicîkar a kantona Kobanî derbarê vê yekê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihand ku “derxistina siîlvan ji gundên rojhilatê herêma Kobanî bi armanca parastina jiyana wan ji topbarana DAÎŞê ye”.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “derxistina sivîlan proseyeke demkî ye û piştî ku aramî li wan gundan vegere û şer nemîne, wê dîsa sivîl vegerin gundên xwe”.
Sivîlên gundên Girê Spî ku ji aliyê YPGê ve hatine valakirin, beşek ji wan Kurd in û beşek jî Ereb in.



