Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, di nav karkerên mirî yên ku di encama teqîna kana komirê li navçeya Somayê ya Manîsayê yê Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane, 2 kurd jî hene ku yek xelkê Colemêrgê û yê din jî xelkê Batmanê ye.
Li gorî agahiyên dawî, heta niha di bûyera teqîna kana komirê ya navçeya Somayê ya bajarê Manîsa yê Tirkiyê de 282 karker mirine û bi dehan karker jî hê asê mane lê tê gotin êdî hêviya ku ew karker zindî bimînin, her ku diçe kêm dibe.
Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, di nav karkerên mirî de 2 kurd jî hene ku yek jê xelkê bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê ye û navê wî Ehrullah Armût e ku 8 sal bû li kana komirê ya Somayê de kar dikir.
Emrullah Armût, temenê wî 35 sal û bavê du zarokan bû û ji ber karê xwe mala xwe biribû Somayê.
Hat zanîn, cinazê Emrullah îro danê êvarê li bajarê Colemêrgê hat definkirin.
Li gorî agahiyan, jibilî Emrullah Armût, kurdekî xelkê bajarê Batmanê jî di nav miriyên Somayê de heye lê heta niha ti agahî li ser wî bidest neketine.
Emrullah û hevjîna xwe


