Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn şêwirmendên fermandeyê hêza Quds a Îranê Qasim Silêmanî, di heyama du rojên borî de “bi veşartî” digel rayedarên YNK, PDK û Tevgera Gorranê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anîne.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YNKê gihîştine Rûdawê, şêwirmendên Qasim Silêmanî yên bi navên Serdar Mescidî û Mihemed Ceifer Sehrarûdî, roja duşemê (14.04.2014) serdana bajarê Silêmaniyê irine û bi berpirsên YNKê re rûniştine.
Li gorî agahiyan, YNKê ji wan rayedarên îranî xwestiye di mesela pişka YNKê di hikûmetê de fişarê bixin ser Gorran û PDKê da ku li hember daxwaziyên YNKê bi taybet bo wergirtina Wezareta Pêşmerge razî bibin.
Hat zanîn, serdana wan her du şêwirmendên fermandeyê hêza Quds bo Herêma Kurdistanê, li ser daxwaza YNKê bûye.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Serdar Mescidî ji YNKê daxwaz kiriye ku piştî hilbijartinên Iraqê pişta Nûrî Malikî bigirin da ku bikaribe bo cara sêyemîn bibe serokwezîrê Iraqê, li hember vê yekê, YNKê 3 tişt ji wan xwestiye: PDKê razî bikin ku Wezareta Pêşmerge ku niha PDKê daye Gorranê, ji YNKê re be, ji Gorranê bixwazin ku li Silêmaniyê arîşeyan ji YNKê re çêneke her wiha di pêkanîna hikûmetê de lezê neke.
Berpirsekî YNKê ku haya wî ji serdana şanda îranî hebû, ji Rûdawê re got, Serdar Mescidî piştî ku bi YNKê re hevdîtin pêk anî, bi tenê bi organîzatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa re hevdîtin pêk anî.
Li gorî wî berpirsê YNKê, Mescidî ji Newşîrwan Mistefa xwestiye, di pêkanîna hikûmetê de lezê nekin û bila bimîne piştî hilbijartinên Iraq û encumenên parêzgehên Kurdistanê.
Hat zanîn, Mihemed Ceifer Sehrarûdî û Serdar Mescidî, paşê serdana Hewlêrê kirine û bi serokwezîr û alîkarê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û îro jî bi serokê Herêma Kurdistanê û serokê PDKê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse