Endamê KNKê Rojan Hazim: Deriyê Sêmalka li kîjan alî were girtin em rast nabînin

15-04-2014
RÛDAW
Rojan Hazim
Rojan Hazim
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê KNKê Rojan Hazim, li ser aloziya navbera PYD û PDKê ya ji ber kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava got, eger ew xendeq tenê bo parastina ewlehiyê be pirsgirêk nîne. Li ser girtina deriyê Sêmalka jî Hazim, got, derî li kîjan alî were girtin rast nîne.

Şandeke Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku baregeha wê li bajarê Brûksela paytexta Beljîkayê ye, bi fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê re civiya.

Endamê Şanda KNK Rojan Hazim, pşitî civînê ji Rûdawê re got ku wan rêze serdanek di nava partiyên Bakûr, Başûr û Rojava de kirine û kirîza niha li Rojhlata Navîn ku bandorê li ser Kurdistanê jî dike, gotubêj kirin.

Derbarê aloziyên navbera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de jî Hazim got, li kîjan alî deriyê sînorî bê girtin ew rast nabînin.

Wî endamê KNKê li ser xendeqa ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser sînorê di navbera Başûr û Rojava de tê kolandin,wiha got: “Eger ji bo parastina ewlehiya Başûrê Kurdistanê be ne pirsgirêk e.”

Rojan Hazim da zanîn ku wan daxwaz ji PDKê kirine ku wê pirsgirêkê dirêj nekin ji ber ku zirarên wê ji kurdan re hene.

Endamê şanda KNKê destnîşan kir ku tengahiya pêwendiyan bandora nerênî li ser Rojavayê Kurdistanê dike û diyar kirk u wan ji PYDê re gotine ku pêwsît e hemû aliyên Rojava di rêveberiya wî beşê Kurdistanê de beşdar bibin lê PYDê gotiye, ew hewl didin bi opozîsiyona Sûriyê re jî lihev bên da ku dawî bi wan pirsgirêkan bînin.

Rojan Hazim li bara daxuyaniyên ên tûj di navbera partiyên kurdî de got: Em daxwaz dikin ku uslûbeke baş bê bikaranîn ku di paşerojê de lê poşman nebin.

Wî siyasetmedarê kurd derheqê nakokiyên navbera ENKS û PYDê de jî got, me ji herdu aliyên Rojava xwastiye ku emê navbeyinkariyê bikin ku herdû alî bi hevre rûnên û pirsgirêkên xwe ne li Hewlêrê, belkî li Qamişlo çareser bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst