Çewlîg (Rûdaw) – Leşkerên Tirkiyê li gundê Çilkaniyê yê Çewlîgê êrişî monumenta gora şehîd Seîd Çurukkaya kirin.
Termê şehîd Seîd Çurukkaya ku di nav civaka kurdan de zêdetir bi navê Doktor Silêman tê naskirin, 7ê mijdara 2016ê li bajarê Çewligê li gundê wî Çilkaniyê hatibû definkirin.
Roja 26ê Cotmeha 2016, Doktor Silêman li gundê Tîsxiraba Mezin a Başîkê û di demekê de ku mijûlî pûçkirina bombeyeke DAIŞê bû, bombe pê ve teqiya û di encamê de bi giranî birîndar bibû. Piştî ku bo dermankirinê bo Almanya hatibû veguhastin, roja 30ê Cotmeha 2016 ji ber giraniya birînan, şehîd bibû.
Hêj çêkirina monumenta gora şehîd Doktor Silêman ne qediyabû, îro danê sibê derdora seat 05.00ê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat ruxandin. Piştî ruxandina gorê leşkeran birayê Doktor Silêman ê bi navê Necmettin Çurukkaya desteser kir. lê piştre dîsa ew serbest berdan.
Beriya ku monument bê çêkirin destûrên pêwîst ji parêzgariya Çewlîgê hatibûn wergirtin lê bi gotina Omer Çurukkaya tevî vê yekê jî lêşkeran gotine “parêzgarî çi bibêje ew dê wê bikin”.
Omer Çurukkaya wiha got: “Leşker beriya 2-3 rojan çûne ji wan pirsîne ka wan ji parêzgariyê destûr wergirtiye an na. Wan jî gotine me ji parêzgariyê destûr standiye. Leşkeran piştre gotiye destûr wiha nîne parêzgarî çi bibêje em dê wê yekê bikin û ji wir çûne”
Çurukkaya amaje bi wê yekê kir ku armanca dewleta Tirkiyê ji tevahiyan wan kiryaran ew e ku beriya giştpirsiya serxwebûnê gavê li kurdan paşve bide avêtin û wan tehrîk bike û wiha axivî: “Me kurdan her tim jiyana wek biratiyê ji xwe re kiriye rêgez. Lê mixabin wan ti caran ew wekî bira ne hesibandine û em bi vî awayî perçiqandine. Ji bo me aciz bikin hewl didin bi bûyerên vî rengî agirî hêj gur bikin. Em bi vê yekê gelek xemgîn bûn. Hêviya me ew e ku dewleta me jî çê dine û êdî kes nikare li her çi perçeyê Kurdistanê be bi hêsanî êrişî kurdan bike. Ev yek ji encamên bêdewletbûnê ne. Ew çi dikin bila bikin emê ji bo avakirina dewleta xwe hewl bidin û em dê ava jî bikin.”
Şehîd Silêman di sala 1968ê li parêzgeha Çewlîgê ya Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Piştî êrşa rêxistina DAIŞê bo Başûrê Kurdistanê, ku wê demê li Almanya dijiya, vegeriya Kurdistanê û wek pêşmergeyek bo rakirina mayîn û bombeyên DAIŞê beşdarî şerê dijî wê rêxistinê bû.
Roja 26.10.2017ê ji ber teqîna bombeyek DAIŞê li gel pêşmergeyek endamê HDKA yê bi navê Resûl Mihemedzade ku ew şehîd bû, Dr.Silêman birîndar bû û piştre ew jî 31ê cotmeha 2016an li Almanya şehîd bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse