Kerkûk (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Meûsd Barzanî di serdana dawî ya xwe bo Kerkûkê de, çend biryar û rênimayiyên taybet bi rewşa Kerkûkê da hêzên pêşmerge û hêzê ewlehiyê yên li Kerkûkê. Hêzên Pêşmerge û îdaeya Kerkûkê jî niha kar bi wan ferman û rênimyiyan dikin.
Rêvebirê Giştî yê Polîsê Kerkûkê û derdora wê, emîd Serhed Qadir ji Rûdawê re behsa serdana wê dawiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Kerkûkê û biryar û rênimayiyên wî yên taybet bi rewşa Kerkûkê kir û ragihand, “Barzanî daxwaz ji Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm kiriye ku cihekî taybet ji penaberên ereb re yên ku ji navçeyên başûr û navenda Iraqê hatine Kerkûkê, çêbike da ku ew penaber di nava bajar de belav nebin.”
Serhed Qadir got: “Barzanî herwiha daxwaz kir, lêkolîn ligel wan kesan bê kirin ku bêyî razîbûna hêzên ewlehiyê hatine nav Kerkûkê. Ligel ewê çendê Barzanî daxwaz kir ku bi rêz ve reftar ligel penaberan were kirin.”
Qadir herwiha da xuyakirin: “Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji fermandeyên serbazî yên li sînorê Kerkûkê kir ku hemahengiy navbera xwe zêdetir bikin û girîngiyek taybetî bi tenahiya nav bajarê Kerkûkê were dan.”
Rêvebirê Polîsê Kerkûkê û derdora wê herwiha tekez kir: “Niha li Kerkûkê kar bi ferman û rênimyayiyên Serok Barzanî tê kirin û piştî serdana wî, operasyonên lêgerîn û pişkinînê dest pê kirin û çend tawanbar û gunehbar di nav bajarê Kerkûkê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.”
Ji aliyekê din ve, Fermandeyê mêhwera 4 a başûrê Kerkûkê, lîwa Westa Resûl di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Piştî serdana Barzanî bo Kerkûkê, em niha kar bi hemû biryar û rênimayiyên wî dikin, çimkî jibilî ku ew Serokê Herêma Kurdistanê ye, herwiha ew Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê ye jî.”
Westa Resûl herwiha behsa wê yekê kir ku di serdana dawî ya Barzanî bo Kerkûkê de, wî raporteke xwe derbarê rewşa pêşmerge û rewşa eniyên şer de daye Serokê Herêma Kurdistanê.
Resûl herwiha dibêje: “Min di raporta xwe de daxwaza civînekê di navbera Wezareta Pêşmerge, Serokatiya Herêma Kurdistanê, hêzên ewlehiyê û hêzên hevpeymanan de kiriye û Barzanî jî razîbûna xwe li ser wan pêşniyararan nîşan da.”
Fermandeyê pêşmerge yê li mêhwera 4 a başûrê Kerkûkê behsa mijarake din a di nava raporta xwe de dike û dibêje: “Min di raportê de daxwaza nivîsandina raporta mehane ya eniyên şer ji her du aliyê erênî û nerênî ve kiriye û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê razîbûna xwe li ser wê pêşniyara min nîşan daye.”
Westa Resûl herwiha tekez kir: “Barzanî, Wezareta Pêşmerge raspart ku wan pêşniyaran pêk bîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Başûrê Kurdistanê ye jî, roja 8ê vê mehê serdana Kerkûkê kir.
Barzanî di vê serdana xwe de, çû eniyên şer û bi hêzên pêşmerge û fermandeyên pêşmerge re civiya û derbarê rewşa şer û pêwîstiyên pêşmerge de agahî wergirtin.
Herwiha Barzanî di vê serdana xwe de ligel Parêzgarê Kekrûkê Necmedîn Kerîm û rayedarên din ên Kerkûkê re civiya û di axaftinekê de tekezî li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê û vegerandina wê bo ser Herêma Kurdistanê bi rêya refrandumê kir.


