کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Fehid Casim el-Firêc

Fehid Casim el-Firêc

kurdistan

Wezîrê bergiriyê yê Sûriyê îro serdana Qamişlo dike

RÛDAW

RÛDAW

14-05-2014
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW14-05-2014

Nûçeyên Têkildar

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e
TIRKIYE26-11-2026

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye


Qamişlo (Rûdaw)- Wezîrê bergiriyê yê Sûriyê serdana bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dike û di heman demê de alîgirên rejîma Sûriyê wê xwepêşandanekê li nav bajêr ji bo piştgirîkirina serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed li dar bixin.

Li gor zaniyarên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar e îro wezîrê bergiriyê yê Sûriyê Fehid Casim el-Firêc di rêya balafirgeha navdewletî ya Qamişlo re serdana bajêr bike û ligel berpirên îdarî, leşkerî û ewlekariyê yên rejîmê li parêzgeha Hesekê bicive.

Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku ji îro sibehê de liv û tevgera hêzên ewlekariya rejîmê li nav Qamişlo zêde bûye, bi taybet li çargoşeya ewlekariyê ya ku piraniya avahiyên hêzên ewlekariyê û Partiya Baes tê de ne.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku berpirsên îdarî li Qamişlo îro sibehê ji fermanberên hikûmetê xwestin ku vegerin malên xwe û saet 10ê sibehê tevlî xwepêşandanekê bibin li ber avahiya navenda kultûrî ya Qamişlo ji bo piştgirîkirina Beşar Esed.

Her li gor zaniyarên ku peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo dane, hêzên ewlekariya rejîmê graca Siyahî ya nêzîkî çargoşeya ewlekariyê vala kiriye wek amadekariyekê ji bo serdana wezîrê bergiriyê.

 

Nûçeyên Têkildar

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e
TIRKIYE26-11-2026

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Pirsên