Amed (Rûdaw) –PKKê duh bi şev li navçeyên Çinar û Bismil ên Amedê, li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê, êrişî qereqol û avahiyên leşkerî kir.
Dernegiya şeva borî, PKKê li çend bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê li dijî hêzên Tirk êriş pêk anîn.
Li navçeya Çinarê ya Amedê, hêzên PKKê bi otomobîleke bombekirî êrişî lojmanên polîs kirin.
Derheqê encama êrişê de, Walîtiya Amedê ragihandiye, di wê bûyerê de 2 xizmên polîsan hatine kuştin, 14 kes jî birîndar bûne ku 6 jê polîs û yên din jî xizmên polîsan bûne.
Li gorî agahiyên walîtiyê, ji ber tundiya teqînê, avahiyeke kêleka lojmanên polîs jî hilweşiyaye û di encamê de 3 kes mirine û 5 kes jî birîndar bûne. Ji ber bandora teqînê, li avahiyên wêdetir jî 20 kes birîndar bûne.
Li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê jî qereqola hêzên cendirme rastî êrişa hêzên PKKê hat. Li gorî agahiyan, piştî êrişê şer derketiye lê tiştek bi kesî nehatiye.
Li navçeya Bismilê ya Amedê jî bombe bi panzêra leşkeran de teqiya. Heta niha nayê zanîn di wê bûyerê de kuştî û birîndar heye yan na.



