Kerkûk (Rûdaw)- Polîsê Kerkûkê bandeke çekdarî girt, ku yek ji armancên wan ew bû ku, xwe bi Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm de biteqînin.
Rêveberê Polîsê Kerkûkê Lîwa Cemal Tahîr ragihand: “Me çend kesek girtine, ku planên çalakiyên tundrew dikirin.”
Lîwa Cemal Tahîr wiha domand: “Ji wan kesan, yekî dixwest ku, xwe bi Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm de biteqîne.”



