Peyamnêrê Rûdawê yê Qamişlo Pêşewa Behlewî behsa girtina xwe dike

14-01-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Pêşewa Behlewî ku duh ji aliyê hêzên asayişa niştimanî ya hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin, îro (14.01.2014) derdora demjimêr 21:30 serbes hat berdan.

Pêşewa Behlewî, piştî berdanê beşdarî bultena Koroj a Rûdaw TV bû û got ku ti êşkence lê nehatiye kirin di zindanê de tenê givaşa derûnî hebû.

Herwiha Pêşewa da zanîn ku ew kirbûn zinadnekê ku ji 28 kesan pêk hatibû û piraniya wan xort bûn û ji hemû pêkhateyan hebûn, herwiha aşkere jî kir ku Sekreterê Giştî yê Rêxitina Asûrî li Sûriyê Gebriyêl Goriye Muşê jî di nav girtiyan de bû.

Ji ber sedema girtinê jî, peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku wan bi hêceta wernegirtina moleta karê ragihandinê ew girtibûn.

Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî duh (13.01.2014) li taxa Kornîşê ya bajarê Qamişlo, dema mijûlî amadekirina raportekê bû li ser merasîma cejna jidayikbûna pêxember,  otombêleke Asayişa Niştimanî ya Sûriyê nêzîkî Pêşewa bibû û kamera û pêdiviyên wî yên rojnamevaniyê jê standibû û hemû wêneyên li ser kamerayê reş kiribû û ew û şofêrê wî girtibûn.

Medyaya cîhanî û navxweyî mîna malpera Îlaf ya erebî û ajansa AFP ya Fransî bi ferehî behsa girtina Peymanêrê Rûdawê li Qamişlo kiribûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst