Şingal (Rûdaw) – Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di merasima veşartina cenazeyên şehîdên êzîdî de ragihand, dê Şingal were rizgarkirin û dê bikeve ser Herêma Kurdistanê jî.
Îro cenazeyên 67 şehîdên êzîdî yên ku ji gorrên komî hatine derxistin, gihîştin devera Şerfedînê ya Şingalê. Cenazeyên wan şehîdan dê bi merasimeke fermî li Şerfedînê werin veşartin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di merasimê de beşdar bûye. Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêşkêş kir û ragihand, Şingal dê were rizgarkirin û bikeve ser Herêma Kurdistanê…
Di merasîma veşartina şehîdên êzîdî de, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên, Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan Mehmûd Salih, şandeke Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, mamostayên ayînî yên îslamî û mesîhî, gellek rayedarên din ên Başûrê Kurdistanê beşdar bûne.
Merasim heta niha jî didome…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse