FLAŞ - PDK razî bûye: Yûsif Mihemed dê serokatiya yekem civîna parlamentoyê bike

13-06-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan PDK YNK Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed Goran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  – PDK razî bûye, ku Parlamentoya Kurdistanê bi desteya serokatiyê ya niha were çalakkirin û serokê niha yê parlamentoyê Yûsif Mihemed jî seroaktiya yekemîn civînê bike.

 

Îro 13ê Hezîranê polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)  ji bo gotûbêjkirina rewşa Başûrê Kurdistanê û pirsgirêkên siyasî yên li Kurdistanê bi taybet piştî diyarkirina roja referandumê, bi hev re civiyan.

 

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyên taybet bi dest xistiye, di civîna îro ya navbera PDKê û YNKê de behsa çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û şêwaza çalakkirinê hatiye kirin.

 

Çavkaniyên taybet ji Rûdawê re ragihandin, ku di civîna îro de şanda PDKê ji şanda YNKê re gotiye, ku wan “arîşe li gel wê yekê nîne, ku Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin û serokê niha yê parlamentoyê jî serokatiya yekemîn civînê  bike.”

 

Li gorî wan zanyariyan, “mercê PDKê bo razîbûna li ser çalakkirina parlamentoyê û rêvebirina civîna yekem ji aliyê Yûsif Mihemed ve ew bûye, ku di civîna duyem de Goran kesekî din li cihê serokê niha yê parlamentoyê berbijêr bike û serokek nû ji parlamentoyê re were destnîşankirin.”

 

Ofîsa Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behdaîn jî ew agahî ji Rûdawê re piştrast kir û ragihand: “Parlamentoya Kurdistanê bi vê desteya serokatiyê ya niha vet ê aktîvkirin û wezîrên Goranê jî dê vegerin nava kabîneyê û ser karên xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst