Hewlêr (Rûdaw)- Fermandeyê Hêza Parastina Şingalê (HPŞ) Heyder Şeşo, ku ji ber avakirina hêzeke deryasayî hatibû girtin, hat berdan û dibêje ew alîkariyên ku wan li ser navê Heşdul Şeibî ji Bexdayê werdigirtin dê ji îro de bên birrin. Peyamnêra Rûdawê li Duhokê ragihand ku Dadgeha Dihokê biryara serbest berdanan Heyder Şeşo derxist. Piştî berdana Heyder Şeşo ji rojnamevanan re axivî û wiha got: “Ew alîkariyên ku me li ser navê Heşdul Şeibî ji Bexdayê werdigirt emê bibirrin û emê pêwendiya xwe bi wan re qut bikin.” Şeşo wiha domand: “Ji ber ku ew alîkarî û pêwendî li derveyî yasayên Herêma Kurdistanê ne, me biryar da ku ew pêwendî nemîne. Ez wek Heyder Şeşo li derveyî yasayên Herêma Kurdistanê kar nakim.” Fermandeyê HPŞê ragihand: “Li gorî agahiyên min zêdetirî % 50 ji şervanên me li ser Wezareta Pêşmerge hatiye qebûlkirin.” Roja 5ê Nîsana îsal, fermandeyê HPŞê Heyder Şeşo, bi hêceta ku li devera Şingalê “Heşda Şeibî” ava kiriye, ji aliyê hêzên Asayişa Dihokê ve hatibû girtin. Piştî belavbûna îdiayên girtin, revandin û wendabûna berpirsê HPŞê Heyder Şeşo, Serokatiya Herêma Kurdisanê ragihand ku Heyder Şeşo ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin. Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kiribû ku wan beriya niha hişyarî dabûn Heyder Şeşo û hinek kesên din ên ku dixwestin hêzeke deryasayî li Şingalê ava bikin lê wan guhê xwe neda vê yekê. HPŞê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, HPŞ hêzeke fermî û Iraqî-Kurdistanî ye û girêdayî hêza iraqî ya Heşda Şeibî ye.