Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber girtina firokexaneyên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, bi sedan welatî nikarin biçin Heca Umreyê û ji ber vê yekê daxwaz dikin ku firokexane demildest werin vekirin.
Di nav sê salên derbasbûyî de zêdetirî 85 hezar kes ji Başûrê Kurdistanê ji bo Hec û Umreyê çûne Erebistana Siûdî, lê niha ji ber girtina firokexaneyan, rêya li hember geşta welatiyan hatiye girtin.
Welatiyeke bi navê Sara Resûl diyar dike: “Ez pir dixwazim biçim Umreyê, ne tenê ez, gelek kes hene ku dixwazin herin. Xweda mezin e, ewê deriyê rehmetê li me veke. Bi hezaran kes hene ku nexweş in û dixwazin biçin derveyî welat, lê rê û derî girtî ne.”
Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 250 kompaniyên taybet ên geşta Hec û Umreyê dikin hene, berê bi hezaran kes dibirin Hec û Umreyê, lê ji ber rawestandina geşta firokexaneyan, niha hemû bêkar mane.
Xwediyê kompaniyeke Hec û Umreyê Sedredîn Sîrînî ragihand: “Eger firokexane nehatiba girtin, her kompaniyekê di nav van du mehan de zêdetirî 200 kesan dişandin Umreyê. Her kompanî her sal zêdetirî hezar kes dişandin.”
Beriya niha hin rayedarên li Bexdayê diyar kiribûn "Ev pirsgirêk di destê me de nîne, ev mjar siyasî ye".
Rêveberê Hec û Umreyê Şêx Qasim Berzincî destnîşan kir, ji ber ku zehmet e û gelek pirsgirêk hene, bi rêya Bexdayê geştên ber bi Erebistana Siûdî nikarin pêk bînin û got: “Em nikarin xelkê teşwîq bikin ku bi rêya Bexdayê biçin Umreyê, li ser buhayê geştê jî bandorek dike.”
Qeyran û pirsgirêk, sal bi sal hejmara welatiyên ku ji Herêma Kurdistanê diçin umreyê kêm kirine. Weke mînak; di sala 2014an de 36 hezar kes çûne Umreyê, lê di sala 2015an de ev hejmar daketiye û bûye 30 hezar. Herwiha sala par jî 20 hezar kes ji bo Umreyê çûne Erebistana Siûdî.
Dorpêç û cezakirinên Bexdayê yên bi ser Herêma Kurdistanê de, gihiştiye wê astê ku welatiyên Başûrê Kurdistanê nikarin serdana mala Xweda jî bikin. Metirsiyeke din jî ev e; eger ev pirsgirêk wisa berdewam bibe, welatiyên Başûrê Kurdistanê dê nikaribin ferza Hecê jî bi cih bînin.
(Î.A)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse