EGRK wê bêy ENKSê rêveberiya demî ava bike

12-11-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar kir ku ew di civîna îro ya taybet bi danûstandinên derbarê avakirina rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê de beşdar nabe.

Biryar e îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, civînek di navbera nûnerên her sê pêkhateyên Kurd, Ereb û Xristyan de bê lidarxistin ji bo gotûbêjkirina pirsa avakirina rêveberiya demî li Rojavayê Kurdistanê.

Endamê komîteya ENKSê ya taybet bi danûstandinên avakirina rêveberiya demî Mihemed Îslamî ji Rûdawê re ragihand ku duh civînek di navbera wan û komîteya danûstandinan a Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de hat lidarxistin.

Îsmaîl diyar kir ku di civînê de wan daxwaz ji komîteya EGRKê kir ku pêgirê rêkeftina di navbera her du aliyan de ya taybet bi avakirina rêveberiya demî be.

Îsmaîl got “EGRKê berûvajî rêkeftinê kar dike. Wê bi tena xwe xelk vexwendî danûstandinan kirine. Hinek kesayetiyên Ereb û partiyên ne xwedî cemawer tevlî vexwendî civînan kirine, me jî got ew kes bila wek mêvan beşdar bibin, lê EGRKê ev yek qebûl nekir”.

Piştî ku her du encûman di wê civînê de lihev nekirin, şeva borî Sekreteriya Giştî ya ENKSê civîneke awarte lidarxist û tê de 3 merc diyar kirin ji bo ku tevlî civîna îro bibin.

Li gor mercên ku Sekreteriya Giştî ya ENKSê ji EGRKê re şandin, divê ji vexwendin bi navê her du encûmenan be û kar li ser bingiha wê projeya hevpar be ku her du encûmenan li ser îmze kiriye û herwiha kesên bêy ENKSê hatine vexwendin tevlî civînê nebin.

Mihemed Îsmaîl ku endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurd el-Partî ye ji Rûdawê tekez kir ku ew EGRKê her sê mercên wan qebûl nekirine, lewra ENKSê biryar da tevlî civîna îro nebe.

Îsmaîl diyar kir ku EGRKê gotiye ku ewê bêy ENKSê rêveberiya demî li Rojavayê Kurdistanê ava bikin.

Mihemed Îsmaîl hêvî xwest ku di civîna roja pêncşemê ya Desteya Bilind a Kurd de her du encûmen vê nakokiyê çareser bikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst