Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim diyar kir ku çekdarên DAÎŞê ew çekên artêşa Iraqê yên li Mûsilê dest danîbûn ser li dijî herêma Kobanî bi kar tînin.
Mislim ku bi xwe xelkê herêma Kobanî ye, got “Çekdarên DAÎŞê hin çekên giran ên artêşa Iraqê ku dest danîbûn ser, derbasî herêma Kobanî kirin û niha wan çekan li dijî me bi kar tînin”.
Salih Mislim aşkere kir ku di nav van çekan de tankên bizirx, topên hewanê û çekên giran ên din hene û got “Bi taybetî em li hemberî wan tankên bizirx pir dikevin tengasiyê. Em di bazara reş de teqemeniyên li dijî tankan û çekên giran dikirin”.
Hevserokê PYDê di daxuyaniyekê de ku ji ajansa Anadolu re daye, ji bo şerê li dijî DAÎŞê daxwaza alîkariya navdewletî kir.
Mislim derbarê daxuyaniya serokê Herêma Kurdistana Mesûd Barzanî ya li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê de, got “Heke referandûm bê kirin emê rêzê nîşan bidinê. Biryara ku gel dide girîng e lê kesên ku bi serxwebûnê difikirin divê gelek tiştan hesab bikin”.


