Endamê Polîtbûroya YNKê: Em ji ber gefên Tirkiye, Îran û Bexdayê civiyan

12-04-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan PDK YNK Sedî Ehmed Pîre
A+ A-

Stocholm (Rûdaw) - Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre got, gefên Tirkiye, Îran û Bexdayê bû wesile ku polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û polîtbûroya YNKê bicive.


Endamê Polîtbûroya YNKê Sedî Ehmed Pîre li Stocholma paytexta Swêdê beşdarî konferansekê bû û gotarek pêşkêşkîr û ragihand ku polîtbûroyên PDK û YNKê da ku helwesta xwe li hemberî gefan diyar bikin kom bûn.


Sedî Ehmed Pîre derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên saz û dezgehên hikûmî yên Kerkûkê de jî got: “Ala Kurdistanê ji berê ve li Kerkûkê heye. Ala Kurdistanê piştî şerê DAIŞê ji Xaneqînê heta Şengalê hatiye hildan.”


Derbarê bertekên li hemberî bilindkirina alayê de hatine nîşandin de jî Pîre wiha got:


“Bertekên Tirkiye, Îran û Bexdayê nîşan dane ne rast bûn. Bi rastî me ew bertek ji wan hêvî nedikir. Îran û Tirkiyê dor bi dor gef li me dixwarin. Li Iraqê hevrikiya ku di navbera şie û sunneyan de di asta herî zêde de ye. Lê di parlamentoya Iraqê de li hev hatin bi 168 dengan li hemberî biryara Encûmena Parêzgariya Kerkûkê derketin.


Ti caran parlamentoya Iraqê bêyî Kurdan nekariye bi 168 dengan kom bibe. Ji ber vê yekê jî 2yê Nîsanê polîtbûroya me û PDK kom bûn. Ev yek jî ji aliyê dijberên YNKê ve bi awayekê din hat şirovekirin. YNK bi bernameya PDKê bicî tîne tewanbar kirin. Lê bername referendum bû.”


Pîre da zanîn ku polîtbûroyên PDK û YNKê da ku helwesta xwe li hemberî gefan diyar bikin civiyan û wiha domand: “Şandeke hevbeş a me û PDKê ji bo mijarên referandûmê û bilindkirina ala Kurdistanê gotûbêj bikin çûn Bexdayê.”


Endamê Polîtbûroya YNKê der heqê nexşerêya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê pêşkêşkirinê de jî wiha axivî:


“Ew nexşerê ya rastî ne ji bo partiyên din hatiye amadekirin. YNKê ew nexşerê ji xwe re amadekiriye. Emê li gorî wê hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst