Şêwirmendê MÎTê: Çareserî di destê jinên kurd de ye

11-11-2016
RÛDAW
Nîşan MÎT Emre Taner Pirsgirêka Kurd
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Şêwirmendê berî yê dezgeha îstîxbarata Tirkiyê MÎTê Emre Taner got: “Heta hûn xwe negihînin jinên kurd, nikarin pirsgirêka kurd jî çareser bikin.”

 

Emre Taner di çarçoveya jêpirsîna komîsyona darbeya 15ê Tîrmehê ya li Tirkiyê de, derbarê pirgirêka kurd û HDPê de nirxandin kirin.

 

Taner got: “Îro em li rewşekê de ne ku nikarin bêjin de kerem bikim em li ser vê mijarê biaxivin. Pêwîstiya me bi hizreke hevbeş heye. Mirov dimrin. Niha yên li vir dimrin weke şehîd tên binavkirin lê yên li çiya jî dimrin hene. Gelek mirov dimrin û ev jî birîneke kûr e.”

 

Şêwirmendê berî yê MÎTê diyar kir, ku ji malbatekî kesek bimre 4 kesên din ên wê malbatê derdikevin çiyan û ev pirs kir:

 

“Çima nikarin pêşiya wan kesên diçin çiya bigrin? Di rewşeke wiha de pêwîstiya me bi hizreke hevbeş heye. Çêdibû ku ligel HDPê jî hizreke wiha bihata kirin.”

 

Emre Taner di berdewama axaftina xwe de daxuyand ku wan pêşniyar kiriye ku mijara pêvajoya aştiyê li gel hikûmetê biaxivin û serokwezîrê wê demê jî ev pêşniyar qebûl kiriye û li ser vê yekê di civata wezîran de civînek pêkanîne.

 

Li gorî gotina Taner pêvajoya aştiyê di encama biryareke hevbeş de hatiye girtin û desthilata siyasî jî bi destpêkirina pêvajoyê berpirsiyariyekî mezin girtiye ser milê xwe.

 

Şêwrimendê berî yê îstîxbarata Tirkiyê di berdewama axaftina xwe de got: “Heta hûn xwe ne gihînin jinên kurd, nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Ji ber ku zimanê dayikê ji wir tê. Ev mijar tenê ne mijara terorê ye. Teror tenê navgînek e. li pişt vê yekê armancên siyasî hene.”

 

Taner herwiha got: “Kurd dibêjin, em 30 milyon in û çima dewleta me nîne? Divê em bersiva vê pirsê bidin wan. Me got em xwe bigihînin jinên kurd lê me nekarî. Heta em aliyê civakî yê vê mijarê nebînin, em nikarin pirsgirêka kurd jî çareser bikin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst