Pasdarên Îranê: PJAKê bi çekên nîmçegiran êrişî me kir

11-10-2016
RÛDAW
Gerîlayên PJAKê
Gerîlayên PJAKê
Nîşan Îran Supaya Pasdaran PJAK Şer Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, hêzên wan êrişeke gerîlayên PJAKê li nêzîkî navçeya Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê têk birine, lê belê PJAKê ti daxuyanî li ser wê êrişê nedaye.

 

Piştî êrişa hêzên Supaya Pasdarên Îranê bo ser çend gerîlayên PJAKê li derdora navçeya Selasî Bawecanî ya girêdayî parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, hat ragihandin, ku qereqoleke Supaya Pasdaran li nêzîkî navçeya Merîwa a girêdayî parêzgeha Sineyê rastî êrişê hatiye.

 

Fermandeyê Supaya Pasdaran a Sineyê, Muhemedhisên Recebî êrişa ser qereqola pasdaran piştrast kir û ragihand, ku gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ew êriş pêk anîne.

 

 Muhemedhisên Recebî got, ku gerîlayên PJAKê bi çenên nîmçegiran êriş pêk anîn, lê belê tekez kir, ku hêzên Supaya Pasdaran rûbirûyê êrişê bûne û ew êriş têk birine.

 

Ji aliyekê din ve, heta niha PJAKê ti daxuyaniyeke fermî derbarê wê êrişê de nedaye.

 

Di sala 2011 de şer û pevçûnên navbera PJAKê û hêzên Îranê gihîşt bilindtirîn asta xwe. Piştî şerekî giran li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, her du alî rêkevtinek bi hev re îmzakirin û şerê navbera wan sekinî.

 

Di wê heyama 5 salî de, çend caran pevçûn di navbera hêzên her du aliyan de derketin, bi taybet piştî îdamkirina çend endamên PJAKê ji aliyê Îranê ve.

 

Herwiha piştî ku li navçeya Kamyaran a girêdayî parêzgeha Sineyê, 5 gerîlayên PJAKê û herwiha sala bihorî li navçeya Selas û Bawecanî 4 gerîalyên wê partiyê jiyana xwe ji dest dan, Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand, ku di êrişekê de li navçeya Serdeşt a li parêzgeha Ormiyê tola gerîlayên xwe vekiriye.

 

Pişît belavbûna nûçeya kuştina 12 gerîlayên PJAKê li Selas û Bawecanî, niha mijara berdewambûna agirbestê yan jî destpêkirina şer di navbera her du aliyan de bûye cihê giringîpêdanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst