Hewlêr (Rûdaw) – Hewlêr û Bexda bi awayeke nepenî gotûbêjên xwe li ser pişka bûdceya Herêma Kurdistanê û nûkirina rêkevtina petrola Herêma Kurdistanê dest pê kirine.
Li gor agahiyan, piştî zêdebûn û çaresernekirina pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de bi taybet li ser mijarên petrol û bûdceyê, Hewlêr û Bexdayê bi awayeke nihênî dest bi gotûbêjan bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera xwe de kirine.
Parlamenterê iraqê yê endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ebdulqadir Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Li ser asta hikûmetan û parlamenteran gotûbêjên nepenî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene.”
Ebdulqadir Mihemed da xuyakirin: “Gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê derbarê pişka %17 a Herêma Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Iraqa federal û nûkirina rêkevtina petrol ya navbera wan de ku ji nîvê îsal ve êdî kar pê nayê kirin, bi awayeke nihênî birêve diçin.”
Li gor ragihandina Hikûmeta Iraqê, bûdceya giştî ya Iraqê bo sala 2016an bi qasî 113 triliyon dînar e û niha li Encumena Wezîran a Iraqê ye û piştî encamdana çend guhertinan dê ji Parlamentoya Iraqê re were şandin da ku gotûbêj li ser naveroka wê were kirin.


