Amed (Rûdaw) – Di bûyerên çend rojên dawî yên Amedê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn ji wan 10 kesan 5 jê endamên Partiya Doza Azad (Huda-Par) bûn. Malbatên wan miriyan nehîştine konê şînê ji wan re bê vegirtin, ev jî tê wê wateyê ku ew dixwazin tola xwe hildin. Huda-Par jî dibêjie, di vî warî de tiştek ji destê me nayê!
Ev çend roj in li gellek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xwepêşandan û çalakiyên piştgiriyê ji bo Kobanî û şermezarkirina helwesta Tirkiyeyê li hember DAIŞê tên lidarxistin.
Lê ev xwepêşandan û çalakî bi mudaxeleya hêzên tirk vegeriyane şer û pevçûnan ku di encamê de heta niha herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li bajarê Amedê jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin ji wan kesan 5 jê endamên partiya îslamî-kurdî ya bi navê Huda-Parê ne ku di encama şerê di navbera alîgirên Huda-Par û PKKê de mirine.
Cenazeyên wan endamên Huda-Parê hatin definkirin. Piştî merasîma definkirinê meleyekî got, konê şînê ji van miriyan re nayê vegirtin. Di nav kultura kurdî de her kes dizane ku ev tê çi wateyê.
Di nav Kurdan de eger şîna kesekî/ê neyê girtin tê wê wateyê ku heta tola wî/wê neyê standin şîna wî/wê nayê girtin. Ev jî tirsa wê tîne holê ku şer û pevçûn kûrtir bibin.
Li ser vê mijarê Alîkarê Serokê Giştî yê Huda-Parê Husên Yilmaz ji Rûdawê re got, rast e malbatên wan miriyan gotine bila konên şînê neyên vegirtin lê ev ti pêwendiyek bi partiya me re tine çimkî em partiyeke siyasî ne û ne dikarin ji kesî re bêjin konê şînê vegire ne jî dikarin bêjin venegire ji ber wê jî di vî warî de tiştek ji destê me nayê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, saziyên sivîl ên mîna Mazlum-Der, Komeleya Mafên Mirov (ÎHD), Baroya Amedê, Însiyatîfa Azadiyê, Ay-Der, Grûpa Diyalogê ya Dîcle-Firatê, Diyanet-Sen û Ozgur-Der ji bo ku cardin şerê salên 1990î yên navbrea PKK û Hizbullahê de dernekeve, dest bi hewldanên lihevanînê kirine û şandeke hevbeş pêk anîne.
Endamê şandê û Serokê şaxa Amedê ya Mazlum-Derê Abdurrahîm Ay agahî da Rûdawê û got, me dest bi hevdîtinan kiriye hevdîtin jî baş derbas dibin. Emê îro jî hevdîtinên berfireh bikin. Îro yan sibê emê bi Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle re rûnên.
Li gorî Ay, pirsgirê dê di demek kurt de bên çareserkirin.

.webp&w=3840&q=75)