Kurê Salih Muslim di şerê çekdarên îslamî yên radîkal de jiyana xwe ji dest da

10-10-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, kurê hevserokê PYDê Salih Muslim ê bi navê Şervan Muslim ku endamê YPGê bû, di encama şerê di navbera YPG û çekdarên îslamî yên radîkal de li devera Kobanî ya rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye. 

Li gorî ajansên nûçeyan ên nêzîkî PYDê, şervanê YPG’ê û kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim, duh (09.10.2013) danê êvarê li herêma rojavayê Girê Spî (Til Ebyed) di pevçûna navbera hêzên YPG’ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyan, cenazeyê şervanê YPG’ê duh di saet 20.00’an de birin bajarê Kobanê û ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dayîka Şervan Eyşe Efendî cenazeyê kurê xwe bi tîlîliyan hembêz kir. 

Dayika Şervan Muslim dema cenazeyê kurê xwe dîtibû qet negiriya û wiha got: “Zarokên min ji zarokên xelkê baştir nînin, jixwe dema min zarokên xwe şandin nav şer min bûyeên wiha jî pêşbînî dikir ji ber wê jî ez nagirîm.”

Cenazeyê şervanê YPG’ê Şervan Muslim ku birin navenda Saziya Malbatên Şehîdan, dê îro (10.10.2013) di demjimêr 11.00’an  de bi merasimekê li Goristana Şehîdan a li gundê Termik bê definkirin.

Salih Muslim 3 kur û keçek wî heye û hemû jî encamên YPGê ne û di şer de ne. Şervan zarokê  Salih Muslim yê herî biçûk bû.



Eyşe Efendî (dayika Şervan) - Şervan Muslim
Di wêneyê de Şervan û dayika xwe li deverekî şer li rojavayê Kurdistanê bi hev re ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst