Zaxo (Rûdaw) – Bi sedan şofêrên Bakurê Kurdistanê yên li devera Zaxo ya Başûrê Kurdistanê kar dikin, ji Başûr ber bi bajarê Cizîra Botanê ve meşiyan lê meşa wan rastî êrişa hêzên Tirk hat. Tê gotin di bûyerê de heta niha şofêrekî jiyana xwe ji dest daye û hinek şofêr jî birîndar bûne.
Piştî ku şanda HDPê ji bo şikandina dorpêça li ser bajarê Cizîra Botanê, ber bi bajêr ve meşiya, li Başûrê Kurdistanê jî bi sedan şofêrên Bakurî ji Zaxo ber bi Bakurê Kurdistanê ve meşiyan.
Li gorî agahiyên Rûdawê, lê dema şofêran xwestin ji sînor derbas bibin rastî êrişa hêzên Tirk hatin û di bûyerê de herî kêm şofêrekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.
Şofrekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, leşkeran ji me re gotin em êrişî we nakin lê piştî derdora 100 kesî ji sînor derbas bûn, nîşangiran gulle avêtin.
Li aliyekî din, şanda HDPê ya ku ji hevserokê wê partiyê Selahedîn Demîrtaş û derdora 40 parlamenterên wê pêk hatiye, li nêzîkî Cizîra Botanê ji aliyê hêzên Tirk ve hatine dorpêçkirin û rê nadin şanda han derbasî nav bajêr bibe.
Ev 7 roj in bajarê Cizîra Botanê ji aliyê hêzên Tirk ve hatiye dorpêçkirin û derketina derve jî hatiye qedexekirin.
Li gorî agahiyan, tenê şeva borî 8 kes ji aliyê hêzên Tirk ve hatine kuştin lê malbatên wan kuştiyan nikarin cenazeyên xwe veşêrin.



