Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera êzdî ya ya Amedê Feleknaz Ûca diyar kir ku ew tirkî nizane ji ber wê jî dixwaze bi kurdî sond bixwe.
Endama berê ya Parlamentoya Ewropayê û parlamentera nû ya Amedê Feleknaz Ûca, ku li ser lîsta HDPê derbasî Parlamentoya Tirkiyê bûye, diyar kir ku ew tirkî nizane ji ber wê jî divê bi kurdî sond bixwe.
Feleknaz Ûca ku ji malbateke kurd a êzîdî ya Bakurê Kurdistanê ye, li Ewropayê ji dayîk bûye ji ber wê jî tirkî nizane lê jibilî kurdî, înglîzî û almanî dizane.
Tê zanîn, siyasetmedara kurd Leyla Zana , sala 1994ê di parlamentoya Tirkiyê de bi kurdî sond xwaribû, bi hêceta ku hewla parçebûna Tirkiyê daye û endamtiya rêxistineke terorîst kiriye, hatibû girtin.
Zana 10 salan di zindanê de ma û sala 2014ê hat berdan.
Piştî ku encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyê bi awayekî fermî hatin ragihandin, wê demê endamên parlamentoyê dê sond bixwin.
Li gorî qanûnên Tirkiyê, endamên parlamentoyê tenê dikarin bi tirkî sond bixwin.



