Rebîhe di bin kontrola pêşmerge de ye

10-06-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Bajarokê Rebîhe yê girêdayî parêzgeha Neynewayê ket bin kontrola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.

Fermandarê lîwaya 8 a Pêşabûrê ya hêzên pêşmerge Haşim Sîteyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên pêşmerge derbasî nav Rebîhe bûn û çekdarên DAÎŞê ji wir derkirin.

Bajarokê Rebîhe li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye û deriyekî sînorî yê navdewletî li wir heye.

Li aliyê Rojavayê Kurdistanê, navê derî Til Koçber e û ew di bin kontrola şervanên YPGê de ye.

Li aliyê Başûrê Kurdistanê jî navê deriyê sînorî, Rebîhe ye û ew niha ket bin kontrola pêşmerge.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst