Barzanî çû Mecaristanê

10-05-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî serdana xwe ya Amerîkayê derbasî paytexta Mecaristanê, Bûdapeştê bû.

Barzanî ku ev çend roj bûn li Amerîkayê bû, piştî ku bi rayedarên wî welatî re hevdîtin pêk anî îro çû Mecaristanê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Barzanî dê bi Serokwezîrê Mecaristanê Vîktor Orban û rayedarên Wezareta Derve û Wezareta Parastinê re hevdîtin bike.

Barzanî dê piştî Mecaristanê serdana Çêkê bike û bi rayedarên wî welatî re jî hevdîtin bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 3ê Gulana îsal çûbû Amerîkayê û bi Serokê wî welatî Barack Obama û alîkarê wî Joe Biden û hinek rayedarên din ên Washingtonê re hevdîtin kiribû.

Tîma Rûdawê dê serdanên Barzanî yên Mecaristan û Çêkê jî bişopîne û agahiyên bilez û zêde li ser hevdîtinên Barzanî bi rayedarên wan welatan re belav bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst