Silêmanî (Rûdaw)- Hinek çekdar avahiya Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê gulebaran kirin, lê zû hatin girtin.
Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê, Faris Newrolî ji Rûdawê re ragihand: “Îro serê sibehê seat 03:00, 7 çekdar ku di nava 2 otomobîlan de bûn, êriş kirin ser avahiya Serkirdatiya PDKê li wî bajêrî û piştî ku avahî dan ber guleyan, reviyan.”
Faris Newrolî wiha got: “Piştî ku ew çekdar reviyan, pasevanên avhiyê bi dû wan ketin û hemû girtin.”
Li gorî Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê ew çekdar dan polîsê Silêmaniyê û niha ew li hêviya biryara dadgehê ne, da ku nas bikin ku, kî li pişta wan e.
Heta niha PDKê ti aliyek bi wê bûyerê tohmetbar nekiriye û li hêviya dadgehê ne ku biryara xwe bide û destê piştwê bûyerê esker bike, ji ber ku wek ew dibêjin ev cara 20emîn e ku navend û avahiyên wan li Silêmaniyê rastê êrişê çekdarî tên.



