Kobanî.. Hêzên Pêşmerge berê topên xwe dane Girê Spî

10-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hat zanîn ku, Hêzên Pêşmerge çeperên DAIŞê li derdora bajarê Girê Spî (ku yek ji navendên serekî yên DAIŞê ye) yê Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin.

Bajarokê Girê Spî (Til Ebyed) yê Rojavayê Kurdistanê dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê û bajarê Kobanî de, ango herêma Cezîrê û herêma Kobanê bi hev ve girê dide, lê ji ber ku di destê çekdarên DAIŞê de ye niha herdu herêm ji hev hatine veqetandin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ya Kobanî li Tirkiyeyê, Îbrahîm Muslim ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li rojhilatê Kobanî li gundê Mîleyê bicîh bûne ji wir navendên DAIŞê li gundên nahiyeya Eyîn Îsa ya başûrê Girê Spî didin.”

Îbrahîm Muslim wiha got: “Di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê yên li wan gundan tenê 25 km heye.”

Herwiha Muslim da zanîn ku di nava DAIŞê de gellek cudabûn cêdibin û cara herî dawî 12 kes li wê deverê ji wan cuda bûn.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ya Kobanî ragihand: “Eşîrên ereb yên ku li wir alîkariya DAIŞê kirine, ji tirsa hêzên kurdî niha dixwazin xwe bêalî nîşan bidin.”

Duhî Lîwaya Şoreşgerên Reqayê di daxuyaniyeke fermî de ragihand, ku ji xeynî wan ti kes derbasî gundên ereban li Reqayê nabin û red kir ku tol ji xelkê wan gundan bê standin û eşkere kir, ji xeynî endamên DAIŞê yên di rijandina xwîna xelkê Sûriyaê de beşdar in, ti kes nayê cezadakirin û bang li çekdarên DAIŞ kirin ku xwe teslîm bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst