Japonê li ser Kurdistanê biryarek da

11-01-2017
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Japon Kurdistan Konsulxaneya Japonê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Japonê biryar da, ku bi fermî Konsulxaneya xwe li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê veke û li gorî agahiyan, dê roja çarşemî bi merasîmekê konsulxaneya wî welatî li Hewlêrê were vekirin.

 

Êvariya roja sêşemiyê, Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sonoura piştî geşta xwe ya bo Bexdayê, tevî şandekê serdana Herêma Kurdistanê kir.

 

Piştî ku Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sonoura li Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin, bi şev li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

 

Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, êvariya roja sêşemê 10ê Çileya 2017ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sonoura û şandeya pê re kir.

 

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û çend berpirsên din di civînê de amade bûn.

 

 Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sonoura di vê hevdîtinê de pêşkevtinên Herêma Kurdistanê, mêrxasiya pêşmerge û rola  xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê, pêşwazîkirin û hewnaidna hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan de bilind nirxand û berheviya welatê xwe jî ji bo berdewamiya alîkariyên bo Herêma Kurdistanê nîşan da.

 

Kentaro Sonoura got, çawan ku berê Japonê alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye , ji niha û pê de jî dê li ser alîkarîkirin û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be.

 

Wezîrê japonî diyar kir, di çarçoveya wan deynên ku Japon ji bona cîbicîkirina projeyên startejîk dide hikûmeta Iraqê, berdewam tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina pişka Herêma Kurdistanê ji wan deynan kiriye û di vê çarçoveyê de çand pirojeyên stratejîk li Herêma Kurdistanê ketine di warê cîbicîkirinê de.

 

Herwiha Kentaro Sonoura tekez kir, ku piştî operasyona kontrolkirina Mûsilê dê derfetên sermayerazandinê li deverê çê bibin û ew dê hewil bidin di warê geşepêdana jêrxana aboriya Herêma Kuridstanê de alîkar bin.

 

Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê ew yek jî aşkere kir, ku biryare çarşemiyê 11.01.2017ê bi awayekî fermî Konsulxaneya Japonê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bihê vekirin û tekez kir, ku bi vekirina konsulxaneyê têkeliyên Japon û Herêma Kurdistanê dikevin di qonaxeke nû û berfirehtir de.

 

Di beşeke din a daxuyaniya hikûmetê de tê gotin, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di hevdîtinê de spasiya Japonê kir ku bi berdewamî alîkariya Herêma Kurdistanê dike, bi taybetî ku Japon pêdagiriyê li ser dabînkirina pişka Herêma Kurdistanê ji wan qerzan dike, ku dide Iraqê.

 

Serokwezîr li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destxweşî li biryara vekirina konsulxaneya Japonê li Hewlêrê kir û piştevaniya Hikûmeta Kurdistanê jî ji bo kar û çalakiyên wê konsulxaneyê, bi taybetî jî di warê aborî û sermayerazandinê de, nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst