Hewlêr (Rûdaw) – PDKÎyê ragihand, ku li nav axa Rojhilatê Kurdistanê pêşmergeyên wan êrişî binkeyeke Supaya Pasdaran a Îranê kirine û 2 pasdar kuştine.
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ yan HDKA) ragihandiye, ku komek ji pêşmergeyên wê partiyê, ku bi pêşmergeyên nav bajar hatine nasandin, êrişî ser binkeyeke Supaya Pasdaran a Îranê li gundê Sîngan ê ser bi bajarê Şino ve kirine.
Li gorî wan zanyariyên ku malpera fermî ya PDKÎyê belav kiriye, li deverên çiyayî yên li pişt gundê Tirkeş a Pîranşarê, di navbera pêşmergeyên wê partiyê û hêzên Îranê de şer derketiye û di encama pevçûnan de, 2 endamên Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Derbarê pevçûnê de, heta niha Supaya Pasdaran û Medyayên Îranê ti zanyarî belav nekirine.
Li gorî zanyariyên Rûdawê jî, saet 02:10ê şeva bihorî teqe li binkeya serbazî ya li Cadeya Canbazan a li ser rêya gundê Sînganê yê girêdayî Şinoyê hatiye kirin. Herwiha teqe li otomobîlekê jî hatiye kirin û nasname û belgenameyên kesî ji çend kesan hatiye wergirtin.
Şeva şembiya derbasbûyî 5ê Tebaxa 2017ê jî, li derdora Pîranşarê pevçûn di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên Îranê de çê bibûn û di encama vê pevçûnê de, 2 pêşmergeyên PDKÎyê canê xwe ji dest dabûn.
PDKÎyê derbarê wî şerî de ragihandibû, ku pêşmergeyên wê partiyê 6 kes ji hêzên Supaya Pasdaran a Îranê kuştine, lê belê heta niha ew amar û zanyarî nehatine piştrastkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse