Mûsil (Rûdaw) – Piştî têkçûna rewşa ewlehiya parêzgeha Mûsilê, kurdên şebek ên wê deverê hewara xwe bi hêzên Pêşmerge tînin û dibêjin, bila Pêşmerbe me biparêze ji ber ku artêşa Iraqê nikare parastina me bike.
Ji piştî ku rêjîma Sedam Husên sala 2003an têk çû ve heta niha parêzgeha Mûsilê aloz bûye û bûye navenda kom û grûpên çekdar ên neyarên hikûmeta Iraqê.
Di van rojên dawiyê de rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê (DAIŞ) ku wek baskê Iraqê yê El Qaîdê tê zanîn, dest bi êrişên berfireh li Mûsilê kiriye ku heta niha bûye sedema kuştina bi sedan kesên sivîl û serbaz.
Nûnerê kurdên şebek û endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê, Xezwan Dawûd, ji Rûdawê re got, îro xelkê gundên Mofeqiye, Tehrawe, Gogcelî, Komelgeha Xedîr, Tîbe, Zehra û Nûrê yên girêdayî baarokê Bertila ku piraniya xelkê wê deverê kurdên şebek in, xwepêşandan kirin û daxwaza binecîhbûna hêzên pêşmerge li wir kirin da ku wan li hember êrişên DAIŞê û komên din ên radîkal biparêzin.
Xezwan Dawûd, diyar kir ku kurdên şebek dibêjin, ew amade ne tevlî refên hêzên pêşmerge bibin û xwe biparêzin.
Wî endamê encumena parêzgeha Mûsilê her wiha got ku tabûra 5 a artêşa Iraqê ku kurd jî di nav de hene, erka parastina wê deverê girtiye stûyê xwe lê ji ber ku yekser girêdayî Malikî ne nikarin baş xelkê biparêzin, ji ber wê jî gellek caran şebekên wê deverê rastî êrişê tên.
Xezwan Dawûd, anî ziman ku gellek caran daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kirine da hêzên pêşmerge bişînin wan deveran ji bona parastina xelkê ji ber ku artêşa Iraqê xemsariyê dike û erkên xwe pêk nahîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse