Barzanî bo serkirdatiya PDK-S: Vê derfeta zêrîn jidest nedin

09-04-2014
Cotyar Murad
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji Sekreterê Partiya Demokata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela û endamên serkirdatiya wê partiyê re got ku dilsozî û xemxuriya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê cihê şanaziyê ye, û daxwaz ji wan kir ku vê derfeta zêrîn li Rojavayê Kurdistanê jidest nedin.

Îro,09.04.2014, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Sekreter û endamên serkirdatiya PDK-Sê, kir. 


Di hevdîtinê de, endamên serkirdatiya PDK-Sê soz dan Mesûd Barzanî û gel Kurd ku ew dê “Di xizmeta rêbaza Kurdayetî û berjewendiyên neteweyî yên gelê xwe de bin.”

li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî di vê hevdîtinê de pîrozbahî li serkirdatiya PDK-Sê kir ji bo serketina kongreyê wan û “Hêvî xwest ku di erk û karên xwe de serkeftî bin.”

Herwiha Balikşand li ser wê yekê ku “Bîr û baweriya Kurdayetiyê me li dewra hevdû komkiriye. û em her çi bikin nikarin deynê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bidin, ji ber ku di rojên teng da alîkariya şoreş û xebata tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê dane û ew dilsozî û xemxuriya wan cihê şanaziyê ye.”


ji aliyek din ve Barzanî daxwaz ji sekreter û endamên serkirdatiya PDK-Sê kir ku serkeftin û encamên kongreya xwe biparêzin, herwiha diyar kir ku niha derfetek zêrîn hatiye pêş gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û daxwaz ji wan kir ku vê derfetê jidest nedin.

Serokê Herêma Kurdistaê ji serkirdatiya PDK-Sê re ragihand jî ku Herêma Kurdistanê amade ye her alîkariyekê pêşkêşî wan bike û ew piştgiriya her biryareke PDK-Sê dikin.

Di dawiyê de Barzanî ragihand ku pêşeroja gelê Kurd pêşerojek geş û bihêvî ye û diyar kir ku “Guhertinên navçeyê û cîhanê di berjewendiya gelê Kurdistanê de ne û pêwîste em hemû sûd ji van derfetan werbigrîn ku ji bo gelê me hatine holê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst