Profesor Dr. Cemal Nebez koça dawî kir

08-12-2018
Besam Mistefa
Prof. Dr. Cemal Nebez
Prof. Dr. Cemal Nebez
Nîşan Prof. Dr. Cemal Nebez Koça Dawî Almanya
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Îro 08.12.2018, nivîskar û ramanvanê Kurd yê navdar Profesor Dr. Cemal Nebez di 85 saliya xwe de, ji ber nexweşiyeke giran li nexweşxaneyeke Berlîna paytexta Almanyayê koça dawî kir û xatirê xwe ji jiyanê xwest.

 

Profesor Dr. Cemal Nebez yek ji damezrênerên "Komeleya Azadî û Vejîn û Wekheviya Kurd – Kajîk" bû. Nebez ji sala 1962an ve li Ewropayê dijiya û bi zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî û Almanî bêtirî 60 pirtûkan û bi sedan lêkolînên zanistî û hizrî û zimanî û siyasî nivîsandin. Demeke dirêj jî li Kurdistan, Iraq û Almanyayê mamostetî kir.

 

Profesor Dr. Cemal Nebez hizrvanekî Kurd yê neteweyî bû. Di salên heftêyî yên sedsala borî de, bi çend hevrêyên xwe re Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd li Ewropayê (NUKSE) damezran. (NUKSE) bi awayekî berfireh nûçeyên Kurdistan û şoreşa Kurdistanê li Ewropayê belav dikir. Piştre jî Nebez bi Rêxistina (SOKSE) û Akademya Kurdî ya Zanist û Hunerê re di salên heştê û notî de bi dehan panel û semînerên zanistî û siyasî li Ewropayê pêşkêş kirin.

 

Piştî serhildanê Dr. Nebez gotarên xwe di heftenameya (Mîdya)yê de belav dikirin. Piştî vê jî çend gotar di heftenameya Rûdawê de belav kirin. Herwiha (Rênivîsa Rûdawê) di aliyê rêzimanî de sererast kir.

 

Cemal Nebez

 

- Profesor Dr. Cemal Nebez sala 1933 li bajarê Silêmaniyê ji dayik bû. Di destpêka xwendina xwe de ji bilî xwendina îslamî, felsefe û psîkolojî û fizîk û matmatîk jî xwend. Li Almanyayê jî zanistên siyasî û rojnamevanî û yasa xwend. Li bajarên Kerkûk, Hewlêr, Bexda û Besrayê ders gotin. Paşê jî demekê li zanîngeha azad li Berîlênê mamoste bû. Têkiliyên wî bi çend bîrmendên cîhanî re hebûn.

 

- Sala 1962 çû Ewropayê ji bo xilaskirina xwendinê û paşê li zanîngehên Muncihê, Uzburgê xwendina îslamî û Îrannasî û şêweya gotina dersan xwend. Bawerrnameya doktorayê di warê dîrokê de wergirt, bi lêkolîneke dîrokî ya zanistî li ser Mîr Mihemed Rewandizî.

 

- Yek ji damezrênerên sereke yên Kajîk û nivîskarên (Kajîkname)yê bû. Di salên destpêkê de alîkariyeke mezin da Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK) û roleke wî ya girîng di çalakiyên Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Cewad Mela de hebû. Herwiha roleke wî ya girîng di belavkirina bîr û bawerî û hişyariya neteweyî li Kurdistanê hebû.

 

Dr. Cemal Nebez di roja 11.11.2018 de li bajarê Berlînê ji ber nexweşiyeke giran li nexweşxaneyê hat razandin û piştî çend rojan ku ket nav komayê ji ber tengenefesiyê, roja 08.12.2018an koça dawî kir û xatirê xwe bi yekcarî ji jiyanê xwest û wesiyetnameyek li şûn xwe hîşt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst