Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dixwaze di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de pişka kurdên êzîdî jî hebe.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, ragihand ku Barzanî dixwaze di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de wezîrekî kurd ê êzîdî jî hebe.
Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên her wiha diyar kir ku Barzanî li ser vê yekê rijd e lê negot ka Barzanî daxwaza kîjan wezaretê ji kurdên êzîdî re dike.
Mohleta dawî ya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê roja 9ê Îlonê (sibê) ye lê heta niha jî hevdîtin û civînên avakirina hikûmeta di navbera şanda Kurdistanî û aliyên Iraqî de didomin.
Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Heyder Ebadî ku kesekî şîe û nêzîkî serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ye, ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar kiriye.



