Serok Barzanî û Brett McGurk civiyan

07-10-2018
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Brett McGurk Civîn Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê li Hevpeymaniya dijî DAIŞê Brett McGurk û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman kir.

 

 

 

Civîna Serok Barzanî û Brett McGurk li baregeha Barzanî ya li Pîrmamê hat kirin.

 

Serok Barzanî di twîteke xwe de kêfxweşiya xwe ji bo serdana Brett McGurk û Douglas Sillman anî ziman û ragihand ku di civînê de behsa pêşhatên herî dawî yên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê kirine.

 

 

Herwiha li ser malpera Serok Barzanî hat ragihandin ku di civînê de Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê li Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê pîrozbahiya serkeftina Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de kir û wê serkeftinê bi girîng wesif kir û tekez li ser rol û pêgeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst