Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ anko HDKA) ragihand, ku di şer û pevçûnên şeva Şemiyê 06-08-2017 ya li navçeya Pîranşarê (Xanê) ya parêzgeha Urmiyê de 2 pêşmergeyên wan ên bi navê Yaqûb Miradî û Hêmin Mewlanjad şehîd bûne.
Partiya Demorkata Kurdistana Îranê derbarê şer û pevçûnên şeva Şemiyê yên li navçeya Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê di pevçûnan de 2 pêşmergeyên bi navê Yaqûb Miradî, ku xelkê navçeya Hewşar e û Hêmin Mewlanjad, ku xelkê Mihabadê ye, şehîd ketine.
PDKÎ herwiha da zanîn, ku di dema şer de 4 endamên Supaya Pasdarên Îranê hatine kuştin û 6 pasdar jî birîndar bûne.
Hêjayê gotinê ye, ku demjimêr 11.00ê şeva Şemiyê 06-08-2017, komeke pêşmergeyên PDKÎli herêma Serê Hewarî Şêxe li navçeya Pîranşarê ketine kemîna pasdarên Îranê.
Fermandeyê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê, Mihemed Pakpûr jî ragihandibû ku hêzeke çekdar ketiye kemîna wan û di pevçûnan de 2 endamên wê komê hatine kuştin û 4 kesên din jî bi birîndarî ketine destê wan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse