Serokê Navendê Incesu: Stratejiya Kurdan ne zelal e

07-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Bonn (Rûdaw) - Navend ji bo Lêkolînên Kurdî  roja 27ê Nîsanê li bajarê Bonnê bi navê “Qeyran li Sûriyeyê Rewş û perspektîvên Kurdanˮ civîneke berfireh lidarxist. Di civîna navborî de ligel pisporên siyasî çendîn nûnerên muxalefeta Sûriyeyê, nûnerên ENKS û EGRKê hatin cem hev û rewşa Rojavayê Kurdistanê bi taybet û rewşa Sûriyeyê bi gelemperî nirxandin. Serokê Navendê Metin İncesu daxuyand ku wan xwestiye hemû reng û siyasetên Rojavayê Kurdistanê binîn cem hev da ku rewşa herêmê û daxwazên Kurdan zelal bibin. Incesu herwiha got, “Emê komîteyek ava bikin da ku ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê  li Almanyayê lobî bikin.ˮ

 

Di civîna Navendê de Serokê Navendê Metin İncesu, Endamê Komîteya Rêvebir a Navendê Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm Seyder, siyasetmedarên wek Omer Şêxmus, Huseyin Celebî, Ferha Xelîl, Jiyan Bedirxan, Nivîskar Helim Yûsiv, Nûnerê Encumena Neteweya Kurd li Sûriyeyê  (ENKS) D. Kamûran Haci Abdo, Nûnerê Mixalefeta Sûriyeyê Dr. Abdulbesit Seyda û Nûnerê Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Zûhat Kobanî axivîn.

Komîteyek tê avakirin ji bo lobî bike

Serokê Navendê Metin İncesu di dawiya civînê de daxuyanî da Rûdawê û derbarê armanca civînê de wiha axivî: “Me xwest ku em li Almanyayê hemû reng û siyasetên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bînin cem hev û helwesta Kurdan fêm bikin. Jim e re rewşa Rojavayê Kurdistanê bi giştî û helwesta hêzên siyasî û daxwaza gel ronî bû.ˮ İncesu balê kişand ser cudahiya nêrînên Mixalefeta Sûriyeyê û nêrînên hêzên Kurdan û got, “Mixalefeta Sûriyeyê pirr têkiliyên xurt li aliyên navnetewî re çêkirine û xwe dane naskirin, lê hêzên Kurdan heman tişt nekirine. Pêdiviya hêzên Kurdan jî, ya ENKSê û ya EGRKê bi danasîna derve heye. Divê an bi Mixalefeta Sûriyê re an jî bi serê xwe di qada navnetewî de xwe bidin nasîn û daxwazên gelê kurd belav bikin." İncesu got ewê di nava çend rojan de naveroka civînê ji raya giştî re belav bikin û wek encama herî girîng a civînê jî got, “Emê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê komîteyek ava bikin da ku li Almanyayê ji bo daxwaz û nêrînên wan karê lobî bike.ˮ Serokê Navendê destnîşan kir ku di demeke nêzîk de ew dest bi damezirandina komîteyê dikin û got ku hem nûnerên hemû aliyên siyasî û hem jî siyasetmedarên serbixê wê tê de cih bigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst