Hewlêr (Rûdaw) - Yekem kemanjenê ji Kobanî Mihemed Xelîl Xazî di temenê xwe yê 91 salî de koça dawîn kir.
Mihemed Xelîl Xazî, yekem kemanjenê Kurd ê ji Kobaniyê duh, 05.06.2020, li nexweşxaenyeke Enqereya paytexta Tirkiyê koça dawî kir.
Ew kemanjenê Kurd ku li herêma Kobaniyê bi navê Mihemedê Dûman dihate nas kirin û temenê wî 91 sal bû, ev heyamek bû di nexweşxaneyê de dihat dermankirin.
Mihemed Xelîl Xazî sala 1929ê li Sêwrega Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûbû, lê malbata wî bi eslê xwe ji pirdêya Başûra Kurdistanê ye û wî baş bi zarava Soranî dizanîbû.
Di 14 saliya xwe de rasthatina wî û kemenjenekî Ermenî hemû jiyana Mihmed Xelîl Xazî diguhere û li kêleka kasipkariya xwe ew dibe evîndarê hunerê û kêmançeyê.
Mihemedê Dûman li gel dengbêjê herêma Kobanî Baqî Xido gelek stranên folklore Kurdî bi kemana xwe vejandibû û gelek stranên wî yên taybet jî hebûn.
Ji ber şerê navxwe yê Suriyê û erîşên DAIŞê li ser Rojavayê Kurdistanê bi taybetî li Kobaniyê, Mihemedê Dûman neçar ma ji bajarê xwe derkeve.
Kemençeya Mihemed Xelîl Xazî di dema erîşa DAIŞê de li Kobaniyê ji aliyê çekdarekî wê rêxistinê ve hatibû dizîn.
Mihemed Xelîl Xazî ku di fîçereke taybet de çîroka xwe ji Rûdawê re vegotibû dê li ser wesîyeta wî, li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê were binaxkirin.


.jpg&w=3840&q=75)