Makû (Rûdaw) – Li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama bûyereke tirafîkê de kesek mir.
Li bajarê Makûyê, otomobîlek ket nav çemê Zingimarê û di bûyerê de kesek mir.
Qaymeqamê Makûyê Şahîn Elîzade diyar kir, otomobîl ji curê “pride” bûye ku li ser pira destpêka bajêr ve ketiye nav çem.
Elîzade anî ziman, ji ber ku ava çem şêlû bû piştî 3 saetan tîmên rizgarkirinê karîn otomobîlê ji avê derbixin û got, di nav otomobîlê de tenê şofêr hebû ew jî miribû.
Li gorî agahiyên qaymeqamê Makû, lêkolîn derbarê bûyerê her wiha nasnameya kesê mirî de dest pêkiriye.



