Barzanî: Kurdistana serbixwe di rê de ye

06-05-2015
RÛDAW
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê bi berfirehî behsa çarenvîsa Kurdistanê kir û got, îro be yan sibe, dewleta kurdî dê were ava kirin

 

Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî penêla Enstîtuya Konseya Atlentîkê (Atlantik Council) bû û têde bi berfirehî behsa şerê DAIŞê û çarenivîsa Başûrê Kurdistanê kir û got, îro be yan sibe, dewleta kurdî wê were ava kirin.

 

Mesûd Barzanî anî ziman ew hatine Washingtonê sipasiya gelê Amerikayê bike û wiha got: “Em hatine sipasya xwe ji bo xelkê Amerîka û rayêdarên wê li ser wan alîkariyên leşkerî ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine di şerê li dijî DAIŞê de û di vê dema teng de piştevaniya gelê kurd kirine, pêşkêş bikin. Rola Amerîka û hevpeymaniya navdewletî di wî şerî de gelek girîng e.”

 

Barzanî diyar kir rêxistina DAIŞê baskeke yê El Qaîdê ye û li dijî aştî û aramiya cîhanê ye.

 

Barzanî wiha got: “Cîhê ku DAIŞ lê; demokrasî û azadî nîne. Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku heybet û mezinahiya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat şikestin. Kurdistan bi saya vê yekê bû stareya mexduran. Plana DAIŞê ew bû ku piştî Mûsilê êrişê Herêma Kurdistanê bike, lê pêşmerge ew plana DAIŞê têkbir.”

 

Barzanî destnîşan kir DAIŞê bi çekên artêşa Iraq û Sûriyê êriş kirin û Hêzên Pêşmerge li Kobanî jî êrişên rêxistinê têkbirin.

 

Derbarê referanduma çarenivîsa Başûrê Kurdistanê de jî Barzanî wiha got:

 

“Şerê ligel DAIŞê bû sedama paşvexistina referanduma çarenivîsê. Em hêj do şerî de ne. Wexta şerê DAIŞê qediya, referandûma serxwebûna Kurdistanê dê bê kirin. Ti hêz nikare pêşî li ber Kurdan bigire ku çarenivîsa xwe diyar bikin.”

 

Hejmara peşmergeyên şehîd hezar û 200 e

 

Mesûd Barzanî di panelê de ragihand hejmara pêşmergeyên şehîd hezar 200 e û wiha domand: “Em rumeta mirovahiyê diperêzin. Lê ji bo em rêxistinên tundrew têk bibin pêwîstiya me zêdetir bi alîkariyên leşkerî heye. Derbarê vê yekê de hevdîtinên me ligel hevpeymaniya navdewletî didome.”

 

Herwiha Barzanî da zanîn li Herêma Kurdistanê zêdetirî milyonek û nîv penaber hene û ji wan 250 hezar ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatine.

 

‘Iraq bila ji tecrubeyên Kurdistanê sûdê werbigire’

Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Me kultura demokrasî û azadiyê pêşkêşî gelê Kurdistanê kir. Ji ber vê yekê jî bila Iraq ji tecrubeyên Kurdistanê sûdê werbigire. Gelê Kurdistanê ti caran naxwaze bibe parçeyek ji pirsgirêkan. Rêbazên me bi xwe hene.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 3yê vê mehê çû Amerîka û şevê din ligel şanda Kurdistanê, ligel Serokê Amerîka Barack Obama û Cîgirê wî Joe Biden civiya.

 

Barzanî dê 7 rojan li Amerîkayê bimîne û piştre jî serdana Komara Çek û Macaristanê bike.

Barzanî cara 4emîn e weke Serokê Herêma Kurdistanê serdana Amerîkayê dike. Lê bi baweriya pisporan ev serdan pir cuda ye, ji ber naveroka hevdîtinên wî pir dewlemend in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst