Hewlêr (Rûdaw) – Pêşmergeyên Roj, ku PKK rê nade herin Rojavayê Kuridstanê, ji ber li nêzîkî Komalgeha Xanesora Şingalê bicîh bûn, di navbera wan û hêzên serbi PKKê de şer derket.
Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyên Roj eşkere kir, 10 hezar pêşmergeyên wan hene û herwiha got, ku Amerîkayê ji wan daxwaz kiriye herin Rojava lê Sûriyê û Îranê ev yek qebûl nekiriye, PKKê jî pêşiya wan girtiye.
Fermandarekî bilind ê Hêzên Pêşmerge jî ragihand; “ku PKK şer bifiroşe me em ê bi hêsanî şer bibin Rojava.”
Bombe diteqe
“Şingal û derdora wê weke bombeyên vedayî ne û her kêlî metirsî heye ku biteqe”. Ev gotina hemwelatiyekî kurdê êzidî yê nahyeya Sinînê ya Şingalê ye. Her roj ev hemwelatî weke hemû nîştecihên Şingalê hêzên cur bi cur ên çekdar dibînin. Bi şêweyekê ku ew hêz ji hev torre û acizin, ku girjiya di navbera wan de bû sedem li hember hev guleyan biteqînin.
Roja 3ê Adarê li nêzîkî Komalgeha Xanesorê ku dikeve bakûrê Şingalê, di navbera pêşmerge û grûbên ser bi PKKê de şer pevçûn derket. Hemû aliyan pêşbînî dikirin, ku şerekî wiha derbikeve. Dibe fermandarên serbazî yên Şingalê rewşa herêmê baştir bixwînin. Piştî sekinanadina pevçûnan jî bi gotina Fermandarê Giştî yê Hêzên Êzidxanê Heyder Şeşo, “Eger heye li herêmê careke din jî şer dest pê bike.”
Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyên Roj ji Rûdawê re behsa pêgeh û hêza xwe kir, ku vê hêzê nakokî û rikberiya di navbera PDKê û PKKê de kûrtir kiriye.
Dêrikî eşkere kir, ku 3 hezar pêşmergeyên wan bi dirêjahiya 80 kîlometreyan li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatine bicîhkirin.
Pêşmergeyên Roj di sala 2012ê de bi piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate avakirin. Ev hêz bi armanca parastina kurdên Rojava û piştgiriya Şoreşa Sûriyê hate damezrandin. Lê PYDê demildest ragihand, ku eger Pêşmergeyên Roj bên Rojava dê şer derbikeve.
10 hezar pêşmerge bo Rojava amade ne
Roja 2ê Adarê Pêşmergeyên Rojava li herêma Şingalê û herwiha li Komalgeha Xanesorê hatin bicîhkirin, ku navçeya Xanesorê cihê pêgeha sereke ya hêzên ser bi PKKê ve ye. Şerê di navbera pêşmerge û YPGê de li Rojava derneket, li Xanesorê derket.
Şervan Dêrikî dibêje; “Em plan dikin di 3 mehên pêşiya me de hejmara Pêşmergeyên Roj bigihînin 10 hezar kesan. Ji bo amadekirina pêşmergeyên nû xulên perwerdeyê tên sazkirin.”
Pêşmergeyên beşdarî nav hêza Pêşmergeyên Roj dibin tên perwerdekirin û ji bo derbasbûna Rojavayê Kurdistanê tên amadekirin.
Dêrikî diyar dike; “Amerîkayê bi fermî daxwaz ji me kir, ku xwe amade bikin û herin Rojava. Lê PKK û YPG razî nebûn.”
Bi nêrîna Şervan Dêrikî ne tenê YPG û PKK pêşiya çûna pêşmerge bo Rojava digrin. Ji lewra hêzên mezintir jî di nav vê lîstokê de ne û dibêje; “Biryara nehiştina çûna pêşmerge ji aliyê Îran û Sûriyê ve hatiye girtin.”
Hûrgûliyên şerê Xanesorê
Şervan Dêrikî bo yekemîn car ji Rûdawê re behsa hûrgûliyên şerê Xanesorê dike û dibêje; “Destpêkê wan gulle bardan û paşî me jî dest bi teqeyê kir. Hêzên ser bi PKKê gotin, ku 7 kes ji me hatiye kuştin lê ev ne rast e. Hejmara kuştiyan zêdetir e. di pevçûnan de 6 kurdên êzidî hatine kuştin. Temenê wan biçûk bû, di şer de lawaz bûn. Hatibûne bikaranîn. Herwiha 4 gerîlayên HPGê jî hatine kuştin û termên wan li Dêrika Rojavayê Kurdistanê spartina axê. Yek ji wan jî kadroyekî pilebilind bû. herwiha di dema pevçûnan de 3 otomobîlên wan hatine şewitandin.”
Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyên Roj dide xuyakirin, ku hêzên ser bi PKKê bixwe yekemîn car şer kirine, fîşek avêtine û paşî wan bixwe daxwaza agirbestê kiriye lewma pêşmerge jî ev daxwaz qebûl kiriye.
Bi nêrîna Şervan Dêrikî Pêşmergeyên Roj hemû rêyên qaçaxkirinê li ser wan girtiye lewma PKK aciz bûye û şer derketiye.
Şerê 2 saetan 250 malbat aware kir
Bajarojê Sinûnê û Komalgeha Xanesorê du deverên nîştecîbûnê yên mezin in li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Ev dever di dema êrîşa DAIŞê ya Tebaxa 2014ê de ketin destê vê rêxistinê lê di dawiya 2014ê de bêyî teqe hatine valakirin. Dema Hêzên Pêşmerge ji Mezargeha Şerfedînê ve gihitşine Sinûnê, şervanên YPGê jî ji Rojava ve gihiştine Xanesorê.
Ji ber pevçûnan û metirsiya derketina şer, nîştecihên herêmê careke din koçber bûn. Nîştecihên vê deverê di demekê nêzîk de hest bi metirsiyê dikin.
Seîd Sinûnê hemwelatiyekî Sinûnê ye û ew di wê baweriyê de ye, ku eger şer derbikeve bi hêsanî nasekine. Seîd dibêje; “Beriya şer ev der pir qelebalix bû û weke navenda aborî ya vê herêmê dihate dîtin. Niha ew xelkên piştî DAIŞe vegeriyabûn careke din reviyan. Piraniya wan jî zarokên xwe birine Duhokê, Zaxoyê û hinekan jî birine Çiyayê Şingalê.”
Seîd Sinûnê herwiha diyar dike; “Niha hêzekî zêde yê pêşmergeyan li vir civiyane. Tifingên wan siwar e. rast e şer sekiniye lê bawerî nemaye. Ji ber ku xelkê herêmê dibêjin piştî şerê DAIŞê dê Şingal bibe navenda şerekî mezin.”
Tenê ne hêzên pêşmerge, hêzên ser bi PKKê jî şervanên xwe ji Rojavayê Kurdistanê veguhestine û li Xanesorê bicîh kirine.
Çavkaniyekê ji Asayîşa Sinûnê ji Rûdawê re ragihand; “Di encama şerê Xanesorê de zêdetirî 250 malbatan aware bûn. Piraniya wan niha li Mezargeha Şerefdîn bicîh bûne. Hinek ji wan çûne Çiyayê Şingalê, hinek jî vegeriyane Duhok û Zaxoyê.”
3 tankên PKKê
Fermandarekî bilind ê pêşmerge eşkere kir, ku PKKê 3 tank û hinek otomobîlên zirxpoş ji Rojavayê Kurdistanê ve anîne Xanesorê û ev yek jî nîşana wê yekê ye, rewşa herêmê zû bi zû aram nabe.
Fermandarê pêşmerge herwiha got; “Eger PKK li vir şer bifiroşe me emê şer veguhezin nav Sûriye û Rojavayê Kurdistanê. Hejmara hêza Pêşmergeyên Roj ne kêm e û dikare li wir jî derbeyên giran li wan bide.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Serbest Lezgîn, ku di heman demê de endamê serkirdetiya PDKê ye û piştî pevçûnên li Xanesorê ligel şanda PKKê ji bo rawestandina şer giftûgo kiriye. Lezgîn ji Rûdawê re ragihand; “Hêvîdar im, ku ev xeletiya dawî ya PKKê be. Ji ber ku çi gava tiştekê wiha bike û bixwaze pêşiya tevgera pêşmerge bigre em ê bersivê bidin.
Serbest Lezgîn herwiha behsa raspardinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir û got; “Serok Barzanî ji me re got nabe ligel hêzên PKKê û yên ser bi PKKê re şer bikin. Lê her dema ku zêdegaviyek jî kirin divê bersiva wan bê dayîn.”
ERÊ û NA ya Qendîlê
Çend hemwelatiyên Şingalê ji Rûdawê re gotin; “Beriya destpêkirina pevçûnan endamên PKKê hatine nav xelkê gotin serbazên tirk bi cilên pêşmerge hatine daku kurdên êzidî bikûjin.”
Serbest Lezgîn derbarê vê yekê de diyar kir, “Ev propagandaya reşkirinê ya PKKê ye, ti rastiyeke wan jî nîne. Aloziya derketiye jî encama siyaseta xelet a PKKê ye. Pêşmerge bixwe dikare bersiva xeletiyên PKKê bide. Ji aliyê serbazî ve jî hesabekî wisa ji hêzên PKKê re nakin.”
Niha mijara gengeşî û gotegotan ev e; PKK dê kengî ji Şingalê derbikeve? Serbest Lezgîn di vê mijarê de got; “Di civînê de me ev pirs ji wan kir. Fermandarê PKKê hevalê Egîd got, emê derbikevin lê hê jî karê me li vir xilas nebûye.”
Bi baweriya Lezgîn biryara dawîn di destê fermandarên li Şingalê de nîne. Ji ber ku ew jî li hêviya biryara Erê yan jî Na ya Qendîlê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse