Li Rojhilat li dijî Îranê xwepêşandan çêbû û pevçûn derket

05-09-2017
Bane
Bane
Nîşan Bane Rojhilatê Kurdistan Kolber Îran
A+ A-

Bane (Rûdaw) – Nîştecihên bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, li hember kuştina 2 kolberên kurd deriyê dikanên xwe girtine û li pêş avahiya qaymiqamiyê kom bûne. Hêzên ewlekariya Îranê ji bo belavkirina xwepêşanderan gazên rondikrêj bikar tînin. Çalakvan jî bi keviran bersivê didin wan. Di bûyeran de 10 çalakvan hatine binçavkirin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, li ser banga çalakvanên Baneyê, îro Sêşem danê sibê (05-09-2017), dikandar û kasibkarên bajêr deriyê dikan û kargehên xwe venekirin. Ji ber vê bazar vala ye.

 

Xelkê Baneyê danê sibê heta pêşiya avahiya qaymiqamiyê meşiyan. Çalakvanan li vir li hember kuştina 2 kolberan nerazîbûna xwe nîşanda û xwestin dengê xwe bigihînin berpirs û karbidestan.

 

Hêzên ewlekariya Îranê ji bo levakirina xelkê tundî bikaranî û gaza rondikrêj avêt. Xwepêşanderan jî bi keviran bersiv dan. Di dema bûyeran de 10 çalakvan ji aliyê hêzên îranî ve hatine girtin û 10 çalakvan jî ji ber gazarondikrêj birîndar bûn. 

 

 

 

 

Hêjayê gotinê ye, ku duh 04-09-2017, li sînorê Hengejal a bajarê Baneyê, leşkerên Îranê gulle berdane kolberên kurd û di encamê de kolberên bi navê Qadir Behramî yê 45 salî yê xelkê gundê Wizmele û Heyder Ferecî yê 21 salî yê xelkê gundê Şeşe hatine kuştin.

 

Ev bûyer bû sedema nerazîbûna xelkê Baneyê. Baneyî ji bo derbirîna nerazîbûnan, li pêşiya avahiya qaymiqamiyê û Nexweşxaneya Selahadînê Eyûbî kom bûn û daxwaz kirin, ku kuştin û teqekirina kolberan bidawî bibe.

 

Herwiha xelkê di dema çalakiyê de xelkê Baneyê deriyê qaymiqamiyê şikînadine û çûne jûr ve, bang li parêzgarê Sineyê kirin, ku qaymaqam ji kar dûr bixe.

 

Hevdem çalakvanên bajarê Merîwanê jî bang li dikandar û kasiban kirin, ku deriyê cihê karê xwe îro venekin.

 

Hejmareke zêde yê nîştecihên ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê karê kolberiyê dikin. Lê hêzên ewlekariya Îranê bi tometa qaçaxcîtiyê teqe li wan dikin. Her sal bi dehan kes ji ber gulleya hêzên Îranê canê xwe ji dest didin.

 

 

undefined

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst